1. Na nivîsin. dibine endam û hew... |
|
22.07.2014 01:59 |
xwelî li ser
|
2. belê rast e, kes nanîvîse. niha çend tirşikvan hene nizanim - gelo yek dikare bêje? - lê divê em binivîsin. ez jî zêde nanivîsim lê ku binivîsim jî dixwazim tiştinên xweş binivîsim. |
|
22.07.2014 22:11 |
kurê xelkê
|
3. hevalên xwe di van şevên dûr û dirêj de tenê dihêlin. nayên silavekî jî nadin me. |
|
22.07.2014 22:42 |
xendekî
|
4. zêde ne meraqdar in. hej ji lêkolînê û parvekirinê nakin. |
|
22.07.2014 23:05 |
simurg56
|
5. di warê bilêvkirina hîs û hestên xwe de qels û lawaz in, nikarin hîsên xwe û aliyên zaîf ên kesayeta xwe derbidirin anku ditirisin ku cihên hessas ên dil û mêjiyên xwe kifş bikin, tevî ku gelek ji wan nenas û neberniyas in jî ji ber kompleksa xwekêmdîtinê dil dikin ku xwe xurt biranî xelkê bidin. |
|
09.04.2015 21:47 ~21:47 |
ferhenga şikestî
|
6. Zehf gazinan dikin. |
|
26.01.2020 20:07 ~20:07 |
gumgumok
|
8. Bi rastî ez li xwe mikûr bêm , ez çiqwas pesnê xwe bidim ku bêjim "heehheeyyt dilê'm wexta min dest bi dibistanê kir min peyvek tirkî nizanîbû." jî niha ez bi tirkî difikirim. Hew haya min ji min çê dibe ez wayê bixwe bixwe qise dikim û bi tirkî, hema zimanê xwe gez dikim û bir kurdî dûbare dikim. Û van rojan min kêm kiriye. Êwê binhişê min de êdî kurdî hebe* û ya din jî ji bo kurdîyek wêjeyî an kurdîyek standart ango kurdîyek akademîk(ahahahahahah) hewl didim; çi zanim pirtûk, kovar, rojname, telefona bêrîkê û hwd. hema xebatek mezin dikim lê li dora min kesek tunêye ez bi vê awayê bipeyivim ku hebekî li hewa dimîne ev xebatê min. kemasîya min ya alîyê ziman ez bawerim bi gelemperî ev sedemana ye. Ji bo rastnivîse heta xwîn di demarê min de here û were ezê bikoşim. |
|
27.01.2020 00:52 ~00:57 |
rizgarm
|
9. (bnr: guhartina sernivîsa mijara ku min vekirîyê) |
|
28.04.2020 17:55 ~2020.05.02 23:21 |
merwano
|
10. Bi rastî kêmasiya mezin ev e ku tirşikvan bê îstîqrar in. Berdewamiyek wan li ser beşekî/mîjarekî nîne. |
|
15.06.2020 23:33 |
brzn
|
11. erê hay ji rêzimanê niyen . |
|
15.06.2020 23:42 |
shwinsherm
|
12. Dixwazim qala kêmasiyek xwe bikim. Nikarim bi zimanekî jî biaxivim! Li gor mirovên din mirovek sêzimanî me lê dema pirtûkek tirkî dixwînim biryara nezanbûnê didim, dema dixwazim bi kurdî biaxivim dîsa biryarê didim û dema dikevim ezmûna rêzimana îngîlîzî dibêm “î” ya îngîlîzî jî nizanim. |
|
30.05.2022 02:06 |
xemakê
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |